Li Varşovayê meşa girseyî ya şermezarkirina komkujiya Enqereyê

Kurdistanî, Polonyayî û Tirkiyeyiyan, komkujiya Enqereyê di hefteya yekemîn de bi meşeke girseyî şermezar kirin û mirovên jiyan xwe ji dest dane bibîr anîn.

Kurdistanî, Polonyayî û Tirkiyeyiyan, komkujiya Enqereyê di hefteya yekemîn de bi meşeke girseyî şermezar kirin û mirovên jiyan xwe ji dest dane bibîr anîn.

Bi armanca şermerzarkirina komkujiya Enqereyê û bîranîna 102 canên jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî du sed kes li ber kampusa bingehîn a Zanîngeha Varşovayê civiyan. Girseya gel bi kortejeke dirêj ber bi Parlamenta Polonyayê ve bi hilgirtina pankart, alên PKK, HDP û alên komên çep û demokrat ên Polonyayê meşiya.

Girseya gel li ber Parlamenta Polonyayê, ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane find pêxist û bi deqeyekê rêz girt. Di daxuyaniya li vê derê de bal hat kişandin ser komkujiyê û bûyerên piştî wê li Tirkiyeyê qewimîn.

Hat ragihandin ku hikûmeta Tirk a di dema mîtînga aştiyê de tedbîrên ewlekariyê negirt, bi awayekî xemsar nêzî lêpirsîna piştî êrîşa bombeyî dibe. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan, hikûmeta AKP'ê, bingeha AKP'ê helwestên bêhurmetiyê, êrîşkarî û daxuyaniyên ku mexdûran sûcdar dike, didin û hat destnîşankirin, ku êrîş ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye kirin, lê zîhniyeta AKP'ê jî mîna vê rêxistina terorê ye.

VARŞOVA