Li Vannesê Konferansa Kurd

Li bajarê Fransa Vannesê Konferansa Kurdistanê hat lidarxistin.

Li bajarê Fransa Vannesê Konferansa Kurdistanê hat lidarxistin. Konferans ji aliyê hewldana Groupe Libertaire Rene Lochu ve hat lidarxistin û Fransiyan eleqeyeke mezin nîşandan. Di konfeansa li avahiya Place de Bretagne ya bajarê Vannesê hat lidarxistin de Cem Akbalik axivî.

Akbalik da xuyakirin, ku dîroka Kurdistanê her tim bi komkujiyan tê bîranîn, tevî ku erdnîgariya Kurdistanê îro jî êşên giran dikişîne jî dest ji azadiyê nehatiye berdan û destnîşan kir, ku bi derketina PKK'ê re dildariya gelên Kurdistanê ji bo azadiyê veguherîne efsaneyê.

Akbalik bibîr xist, ku ev tevgera bi çend kesan dest bi têkoşînê kir, îro gihaştiye bi mîlyonan mirovan û nîşanî tevahiya cîhanê daye bê bi çi rengî li hemberî hêzên barbar şer dike. Akbalik got, "Tevî vê yekê jî, ev vîna bi mîlyonan mirovan, ji aliyê welatên 'hemdem' ve qurbanî berjewendiyên aboriyê tê kirin û ji lîsteya 'terorê' nayê dexistin."

Akbalik bal kişand ser modela Rojava û têkoşîna jinên Kurd a bi vîneke mezin û destnîşan kir, ku Kurd ji aliyekî ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, li aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê li hemberî AKP'ê têdikoin.

Akbalik operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bibîr xist.

Kurdistaniyên li bajarê Vannesê dijîn li vir mafê axaftinê girtin û êrîşa li Brukselê şermerzar kirin.

...