Li Uppsala damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin

Li Uppsala damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin

Kurdistaniyên ku li navçeya Uppsala Swêdê dijîn di dawiya hefteyê de hatin gel hev û 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahiya ku ji aliyê Komîteya Ciwanên Meclisa Gelê Kurd ve hatin amad kirin, şahiya ku kurdên li çar parçan dijîn anîn gel hev axaftinên hatin kirin nirxandinên damezrandina PKK’ê ronesansa Rojhilata Navîne şûnde bal hate kişandina ser pêşketinên li Rojava û Bakurê Kurdistanê.

Axaftvanên ku di axaftinên xwe de giringiya ji bo ku pêvajo bigehe serkeftinê pêwiste tekoşîn bê bilind kirin û piştgiriya şoreşa Rojava bê zêdekirin û bal kişandine ser ku ev pêk werin erkekî mezin dikeve ser Kurdistaniyên ku li Diasporada dijî, hat gotin.

Şahiya ku têde alên PKK’ê, PJAK’ê, PJD û YPG’ê li gel posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, Endamê Konseya Rêveber a Kongra-Gel Zûbeyir Aydar piştî pêşketinên dawî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê nirxandin şûnde wiha got: “ Sedsala ku em dinav dijîn, Kurd dibin rêbertiya PKK’ê de bi şeklekî bi hêz derketine ser sehneya dîrokê. Êdî ti hêz nikar li ser Kurdan koletiyê bide ferz kirin.”

Di çalekiya ku şoreşa Rojava hate silav kirin û êrişên çeteyan yên li ser Kurdan hatin şermezar kirin de li ser hev dirûşmeyên weke “Bijî PKK”, “Bijî YPG”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin qêr kirin. şahî bi girtina govendan û qêrkirina dirûşmeyan di derengiya şevê de bi dawî bû.