Li Tûzhûrmatû êrîşa xwekujî: 2 mirî, 13 birîndar

Li Tûzhûrmatû êrîşa xwekujî: 2 mirî, 13 birîndar

Li navçeya Selahaddîn Tûzhûrmatûyê di encama êrîşeke xwekujî ya bi wesayîta bombebarkirî de, 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên, êrîş li nuqteya kontrolê ya polîsan a l kolana Îmam Hasan rû da ku li kolanê avahiya Partiya Komunîst a Kurdistanê jî heye.

Di encama êrîşê de 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 5 jê polîs 13 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin rewşa 5 ji birîndaran giran e.