Li Trierê rojên piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re

Li bajarê Trierê yê Elmanyayê, bi pêşengiya koma berxwedanê ya enternasyonal, rojên aksiyonê yên ji bo piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re pêk tên.

Çalakî doh bi konê agahdarkirinê dest pê kir û tevahiya rojê gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha pêşangeheke wêneyan hate nîşandan.

'Dîwarê bêdengiyê' ku raya giştî ya Elman temsîl dike bi rengekî sembolîk hate çêkirin.

'Dîwarê bêdengiyê', bi meşeke saet 18'an a li kolanên Trierê hate hilweşandin.

Di meşê de ku ji Kornmaktê dest pê kir siyasetmedarê Kurd Mazlûm Amed axivî û diyar kir, paradîgmaya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan perspektîfekê pêşkêş dike.

Amed bang li Kurdistaniyên li Trierê kir ku xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bikin û li dora Ocalan bicivin.

Bi navê koma berxwedanê ya enternasyonalîst Pablo Disco axivî, bal kişand ser şoreşa Rojava û got, divê her kes xwedî li vê şoreşê derkeve.

Çalakî bi mîtîngeke li Palastgartenê bi dawî bû.

Rojên piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re wê îro bi konê agahdarkirinê bidome.