Li Toûloûseyê civîna gel

Li bajarê Fransaya Başûr a Toûloûseyê ji aliyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk civîna gel hate lidarxistin.

Civîna gel li lokala Komeleya Elewiyên Demokratîk a Toûloûseyê hate kirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û xebatên salekê yên li Toûloûseyê û derdora wê hatin nirxandin.

Di civînê de pêvajoya siyasî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn jî hate nirxandin û hat diyarkirin ku divê ji bo li Toûloûseyê Mala Kurdan were vekirin, xebat werin kirin.

 Ji ber xebatên wan ên sala borî plaket dan Hasan Aydin û Necmiye Yildirim.

Civîn bi sloganên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.