Li Toûloûse meş û mîtînga ji bo grevên birçîbûnê
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, mîtînga sê rojan a ji bo balê bikişîne ser berxwedana li zindanan hate destpêkirin, bi mîtîngekê qediya.
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, mîtînga sê rojan a ji bo balê bikişîne ser berxwedana li zindanan hate destpêkirin, bi mîtîngekê qediya.
Di nava sê rojên greva birçîbûnê de belavok hatin belavkirin û hevdîtin hatin kirin.
Meşê li Meydana Ermenîstanê dest pê kir û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Ji Kurdistanê re çareseriya polîtîk" û "Bijî Serok Apo" heta Meydana Capîtolê dewam dikr. Mîtînga li vir jî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştî xwendina belavoka Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê, li ser navê NPA Pîerre Granet axivî.
Granet diyar kir, grevên birçîbûnê gihîştine qonaxeke xetere û destnîşan kir, divê welatên Yekîtiya Ewropa û tevahiya raya giştî ya demokratîk li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin. Granet got, eger rewşeke neyînî di grevên birçîbûnê de derkeve holê, wê ev welat û raya giştî ya demokratîk jî berpirsyar bin.
Granet her wiha dengê 'NA' ku tevî dek û dolaban jî di asteke bilind de di referandûmê de derkete holê, pîroz kir.
Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Toûloûse Alî Ataç jî diyar kir, têkoşîna gelê Kurd bi berxwedana mazlûman mezin bû.
Ataş destnîşan kir, erk û wezîfeya sereke ya gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, xwedîderketina li berxwedanê ye û divê li her cihî daxwazên girtiyan ên mafdar bên ziman.
Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qediya.