Li Toronto êrîşên dagirker hatin şermezarkirin

Li bajarê Toronto yê kanadayê Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Girse li ber Toronto Cîty Hall hate cem hev, sûcê şer ê dewleta Tirk ê li ser sivîlan û bêdengiya dewletên cîhanê şermezar kir.

Di çalakiyê de bi daxuyaniya çapemeniyê hate xwestin ku komkujiyên li ser sivîlan û êrîş demildest werin sekinandin û hate diyarkirin, çi kesê bêdeng dimîne hevkarên sûc e.

Her wiha hate xwestin dewleta Kanada peymana bi Tirkiyê re demildest rawestîne. 

Çalakî bi dirûşmên, "Kujer Erdogan; dewleta Tirk a faşîst êrîşê tîne ser zarokan, dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime" bi dawî bû.