Li Tirkiyeyê piştî hin maskeyan, jel jî sixte derket

Derket holê ku jela ji bo paqijiya destan a Symexê ya li Tirkiyeyê hatibû hilberandin û ji ser şîrketeke Belçîkayê şandibûn Fransayê tu bandora wê tune. Berê jî hin maskeyên li Stenbolê bûbûn sedema nerazîbûnan.

Gerînendetiya Giştî ya Mafên Bikarhêneran a Fransayê xwest jela hîdroalkolîk a ‘Hand Sanîtîzer’ê were vekişandin. Ev jel ji aliyê Symexê dihate firotin.

Derket holê ku ev jelên li Tirkiyeyê tên hilberandin li dijî vîrus û bakteriyan bandora wê hindik e ango li dijî Covîd-19’ê bi kêrî parastinê nayê.

Li gorî Ajansa Ewlehiya Neteweyî ya Derman û Berhemên Tendirustiyê ji bo ku ev jel bi kêr werin divê rêjeya wan a etanolê bi qasî ji sedî 60 û 70 be. Lê derket holê ku ya van jelan ji sedî 27 e.

Gerînendetiya Giştî ya Mafên Bikarhêneran a Fransayê xwest ev jel neyê bikaranîn û were vegerandin.

MASKEYA WEKÎ PELÊ CIXAREYÊ

Di serê meha Gulanê de jî li bajarê Flemalleyê maskeyên li mixazeya Carrefoûrê hatibûn firotin jî bûbûn sedema nerazîbûnan. Li ser medyaya înternetê hatibû diyarkirin ku ev maske wekî pelê cixareyê tenik e û bi kêr nayê. Hatibû diyarkirin ku ev maske li Stenbolê hatine hilberandin. Carrefoûrê piştre ev maske ji mixazeyên xwe rakiribû.