Li Tirkiyeyê peymana derman û emeliyatê ya bi DAIŞ'ê re!

Têkiliya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê êdî nema dikare bê nixumandin. Belgeyeke bi mora 'veşartî' nîşan dide ku ev têkilî digihêje heta karsaz û doktorên Tirk. Karsazan bi çeteyan de peymana dermanan mor kirin, doktoran jî karê tedawiyê girtin ser xwe.

Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, ku 102 kes lê hatin qetilkirin, raporên mufetîşan û belgeyên veşartî derdikevin holê.

Li gorî belgeyeke bi mora 'veşartî' ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Walîtiya Enqereyê, gelek karsazên Tirk bi DAIŞ'ê re peymana dermanan mor dikin û doktorên Tirk jî di berdêla pereyekî zêde de endamên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê birîndar dibin, emeliyat dikin.

LI RIHAYÊ PEYMANA BAZIRGANIYÊ

Di belgeyê de tê ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê Mûhannad Iyadah Sahab ê di ser Sûriyeyê re tê Tirkiyeyê, li Stenbolê bi cih bûye. Di belgeyê de tê destnîşankirin, ku Sahab weke serkêşê hemû Iraqiyên pêwendiya xwe bi DAIŞ'ê re heye yên li Tirkiyeyê tevdigere, ji Kanûan 2014'an û pê ve, ji bo kirîna nexweşxaneyên mobîl, malzemeyên tibî û gelek dermanan, bi karsazên Tirk ên nasnameya wan nehatiye tespîtkirin li Rihayê peymana pazirganiyê kiriye.

PEYMANA BI DOKTORAN

Derket holê ku Sahab bi pereyekî zêde bi doktorên Tirk ên li Iraq û Sûriyeyê bi DAIŞ'ê re dixebitin ji bo endamên DAIŞ'ê emeliyat bikin, derman bikin û derman bibînin peyman îmze kiriye. 

Di heman belgeyê de ji bo Sahab tê gotin ku koma girêdayî wî li Enqereyê dibe ku di 2015'an de êrîşan pêk bînin.

Serokatiya Daîreya Îstixbaratê, belgeya îstixbaratê bi îstixbaratên Edene, Antalya, Bursa, Edîrne, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kîlîs, Mêrdîn, Mugla û Rihayê re parve kiriye.

...