Li Tirkiyeyê meha Tîrmehê 164 karker mirin

Li gorî rapora meha Tîrmehê ya Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), meha derbasbûyî 7 jê zarok 164 karker bûn qurbanê kar.

Di raporê de hate ragihandin ku karkerên di meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bi giranî di karên çandinî, înşaet, barhilgirî, kîmya, metal, madenkarî, enerjî, şaredarî/karên giştî, xurek, tenduristî, ewlekarî, tekstîl û bazirganî/buroyê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora ÎSÎG'ê di meha Tîrmehê de herî kêm 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 7 ji wan zarok bûn.

Hejmara karkerên di nava 7 mehên destpêkê yên sala 2020'an de di dema kar de jiyana xwe ji dest dan herî kêm 1.098 karker in.