Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî 47 kes bi vîrûsê ketine

Hikumeta Tirk ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 29 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek weşand û ragihand ku hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine zêde bûye.

Koca got, "Îro jî 29 nexweşên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Bi vî rengî hejmara nexweşên me bû 47 kes. 29 nexweşên dawî yekser an jî neyekser pêwendiya xwe bi DYE, Rojhilata Navîn û Ewropayê heye, 3 jê ji Umreyê vegeriyan. Têkiliya bi derveyî welat re wê rîsk be. Em tevdîran bi xurtî pêk bînin."

Li gorî daxuyaniya dawî ya fermî hatibû ragihandin ku hejmara nexweşan 18 kes in.