Li Tirkiyeyê enflasyon li gorî 9 mehên dawî di asta herî jor de ye

Li Tirkiyeyê enflasyon li gorî 9 mehên dawî di asta herî jor de ye

Li Tirkiyeyê enflasyon li gorî 9 mehên dawî gihişt asta herî jor. Bi Hezîranê re enflasyona salane  di Endeksa Buhayên Serfkirinê de ji sedî 8,30, di Endeksa Buhayên Hilberînê de jî ji sedî 5,23 e.

Enflasyona salane bi asta ji sedî 8,30 ji Îlona 2012'an ve gihişt asta herî jor. Di meha Hezîranê de Endeksa Buhayên Serfkirinê li gorî 12 mehan ji sedî 7,47 zêde bû. Li gorî şîroveyên pisporên aboriyê diviyabû ev ast di bin ji sedî 8 de ba.

Ligel vê, piyaseyên Tirkiyeyê vê sibê gelekî bi hereket bû. Borsa bi 75 hezar û 843 puan vebû.  Piştî hat dîtin ku asta enflasyonê bilind e borsa jî ket.  

Van gengeşeyan bandor li dolar jî kir. Piştî aloziyên li Misrê bandora xwe li ser piyaseyê kir dolar li gorî lîreyên Tirk zêde bû. Di saetên destpêkê yên rojê de dolar 1.9380 bû.