Li Tirkiyeyê di sala 2018’an de 171 rojnameger girtî ne

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora zextên li ser rojnamegerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên di sala 2018’an de eşkere kir.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora zextên li ser rojnamegerên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên di sala 2018’an de eşkere kir.

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Tirkiyeyê di bin zexta desthilatdariya yekmirov a dîkta de, her roja ku derbas kir, pîvanên demokratîk winda kir û bandora siyasetê ya li ser hiqûq, aborî, civak û her cure jiyan û çanda civakê kurtir jiya. Wek hemû qadên civakê di sala 2018’an de pîşeya rojnamegeriyê jî di nav şert û mercên desthilatdariya yekmirov de saleke karesat derbas kir.

Hemû desthilatdariyên li Tirkiyeyê bi hêsanî rojnameyan bombe kirin, di nav kolanan de rojnamegerên kurd qetil kirin û bi hezaran kuştinên ‘kiryarên wan ne diyar’ pêk anîn. Wek mînak bûyera qetilkirina Rojnameger Kadrî Bagduyê nehatiye ronîkirin yê ku dema 4 sal berê Rojnameya Azadiya Welat li Edeneyê belav dikir û hatibû kuştin. Bêdengi û nebûna yekîtiya çapameniyê derfet da ku desthilatdar karibin êrîşan bibin ser hemû aliyên rojnamegeriya li Tirkiyeyê.

RAPORA SALA 2018’AN

* 141 rojnameger hatin destgîrkirin

* 64 rojnameger hatin girtin.

* Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin.

* Li 71 rojnamegeran doz hat vekirin.

* 521 rojnameger hatin darizandin.

* Li 121 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat birîn. (Bi giştî li 112 rojnamegeran 546 sal 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Cezayê muhabetê dan 3 rojnamegeran. Li 6 rojnamegeran jî bi giştî 40 hezar TL cezayê pere hat birîn).

* Milyonek û 80 hezar TL cezayê pere dan 2 televîzyonan. Cezayê 5 bernameyan dan Tv’yek, li Tv’yek jî cezayê nedayîna reklaman hat birîn.

* 14 ajans, rojname û malperên înternetê ji aliyê SaziyaTeknolojiya Zanistê ( BTK) ve gelek caran hatin astengkirin.

* 4 saziyên çap û weşanê hatin girtin.

* Dest danîn ser rojnameyek û çapxaneyekê.

* Rojnamegerek hat dersînorkirin.

* Polîs bi ser 4 saziyên çapameniyê re girtin.

* 54 rojnameger ji kar hatin avêtin. (Hin ji wan ji ber ewlehî û parastina rûmeta xwe îstîfa kirin)

* Rojnamegerek hat kuştin.

* 42 rojnameger di nava salê de hatin berdan.

* Ji 1’ê Çileya 2016’an heta 29’ê Mijdara 2018’an Karta Zer a 1954 kesan hat betalkirin.

* Li gor roja 31’ê Adara 2018’an 171 rojnameger di girtîgehê de girtî ne.”