Li Tirkiyeyê bêkarî zêde dibe
Li gorî daneyên TUÎK'ê, li Tirkiyeyê bêkarî bûye 12.8 ji sedî.
Li gorî daneyên TUÎK'ê, li Tirkiyeyê bêkarî bûye 12.8 ji sedî.
Li Tirkiyeyê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin aborî têk diçe. Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê ya ser bi dewleta Tirk ve (TUÎK) daneyên kar ên Nîsana 2020'an eşkere kir.
Li gorî vê yekê, li tevahiya Tirkiyeyê hejmara mirovên bêkar ên ji 15 salî û pê ve bûye 3 milyon û 775 hezar kes.
Rêjeya bêkariyê jî bûye 12.8 ji sedî.
Li gorî daneyên TUÎK'ê ku cihê gumanan e, her wiha detayeke balkêş jî heye. Di dema ku rêjeya bêkariyê kêm dibe, hejmara mirovên tevlî kar tên kirin jî di asta rekorê de kêm dibe. Ev yek jî nîşan dide, bi milyonan mirov hem nikarin kar bibînin hem jî hêviya wan a ji bo peydakirina kar jî winda dibe.