Li Tirkiyeyê 867 karkerên din jiyana xwe ji dest dna

Li Tirkiyeyê 867 karkerên din jiyana xwe ji dest dna

Li gorî daneyên Melîsa Ewlehiyê û Tenduristiya Karkeran a Bajarê Stenbolê di sala 2012'an de herî kêm 867 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Melîsa Ewlehiyê û Tenduristiya Kar a Bajarê Stenbolê daneyên mirinên di qezayên kar de pêk hatin ên sala 2012'an aşkere kir.

Li gorî raporê di sala 2012'an de herî kêm 867 karkeran di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan. Meclîsê di raporê de wiha got: "Di qezayên kar de 15 jê zarokên 14 salî û bininiya 14 salî, 19 jê di navbera 15-17 salî de, 162 jê di navbera 18-27 salî de, 384 jê di navbera 28-50 salî de, 89 jê 51 salî û jora 51 salî û temenê 198 karkeran jî nehat tesbîtkirin. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran diyar kir ku ev ne "Qezaya kar" e û dijberî vê yekê "Cînayeta kar" e.

Li gorî Saziyê Ewliya Civakî (SGK) jî her mehê 120 û 130 karkerên bi sîgorta jiyana xwe ji dest didin.

Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde karkerên sektora înşaetê jiyana xwe ji dest didin û heri kêm 278 karkerên înaşetê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa karkerê çandiniyê 89 kesan, karkerên enerjiyê 83, karkerên madenê 80 kesan jiyana xwe ij dest dane. Dîsa 9 karkerên madena Avşînê jî hêj nehatine dîtin.