Li Tirkiyê hêjmara bêkariya fermî jî zêdebû
Li Tirkiyê hêjmara bêkariya fermî jî zêdebû
Li Tirkiyê hêjmara bêkariya fermî jî zêdebû
Saziya Îstatistîka Tirkiyê, îstastîkên meha Îlonê ya hêza kar diyar kir. Li gorî raporê di meha Îlonê de bêkariyê nêzî sedî 9,9 bûye. Hêjmara bêkariyê jî, li gorî salên borî 292 hezar zêdebûne, gihaye, 2 milyon û 831 hezar kesan.
Li gorî vê yekê rêjeya bêkariyê, li gorî meha Îlonê ya heman demê ya salên din 0,8 pile zêde bûne, gihaye 9,9 pileyan. Ji meha Tebaxê be ev rêje gihaye ji sedê 9,8’ê.
Li gorî rapora Saziya Îstatîstîka Tirkiyê hêjmara îstastika sala 2013’an li gorî ya demê Îlonê, li goriya ya salên din 336 hezar kez zêdebûne gihaya 25 milyon û 808 hezar kesan.
Di vê demê de, hêjmara xebatkarên li sektora çandiniyê de dixebitin 132 hezar kes kêm bûn, hêjmara yên ji derbeveyî sektorê de jî dixebitin jî 468 kes zêde bûne.
Li gorî ve yekê yên tên bicih kirin ji sedê 24,7, çandiyê ji sedê 19, pîşesaziyê ji sedê 7,3 û yên di înşaatan de jî sedê 49 di sektorê de cih digrin.
Li gorî beramber kirina xizmetên salên bûrî di nava yên bi cih kirin de di sektora pîşesaziyê de 0,6 pile, di sektora pîşesaziyê de 0,4 pile zêde kiriye û di sektora çandiniyê de jî 0,8 pileyan kêm kiriye.
AGAHIYÊN RAST
Enstituya DÎSK’ê ya Lêkolînê (DÎSK-AR), dema ku rapora TUÎK’ê nirxand dan diyar kirin ku rêjeya bêkariyê ne ji sedê 9,3 ye ji sedê 15,79 ye.
Di nava demê Tirmeha 2013’an de hêviyên wan jêne bûn jî, di nava 3 mehan de ku kenalên lêgerîna kar nayên bi karanîn jî û ji ber vêyekê jî yên ku bêkarin nikarin bên hêjmartin, hêjmara bêkariyê ne 9,3 ye, ji sedê 15,79’ e. Li gorî vê yekê hêjmar bêkariyê ne 2 milyon û 686 hezar kesin, 4 milyon û 894 hezar kes bêkarin dabûn diyar kirin.
Enstituya DÎSK’ê ya Lêkolînê (DÎSK-AR), di nirxandinên xwe de wiha ragihandibû: “Li gorî salên din hêjmara bêkariyê 544 hezar kes zêde bûne. Dema ku mirov hêjmara bêkarên veşartî binîrxîne wê ev hêjmar bigihêze milyonek û 45 hezar kesî. Li gorî Têgeha Rêjeya Bêkariya Berfihe rêjeya bêkariyê li gorî salên din 1,44 ferq heye.”