Li Til Xelef êrîş: 4 çekdar hatin kuştin

Li Til Xelef êrîş: 4 çekdar hatin kuştin

Komeke ji çekdaran êrîşî benda kontrolê ya YPG᾿ê li Gundê Til Xelaf a 3 kîlometrî rojavayî Serêkaniyê kirin. Di encama bersivdayina şervanên YPG᾿ê de 4 êrîşkar hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA komeke çekdar êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên  Parastina Gel (YPG) a li ser riya Gundê Til Xelaf a 3 kîlometrî rojavayî Serêkaniyê kirin. Di encama bersivdayina şervanênYPG᾿ê de 4 çekdar hatin kuştin û 2 şervanên YPG᾿ê birîndar bûn.

Li aliyeke din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şêniyên bajêr tevgera xwer li bajêr û derdora wê zêdekirye û xwe ji bo êrîşên reşên awarte amadekirine.