Li Til Rifetê planeke din a qirêj a çeteyên dewleta Tirk
Jinên Til Rifetê têkildarî binpêkirinên li bajarê Til Rifetê diqewimin diyar kirin ku jiyana wan di metirsiyê de ye.
Jinên Til Rifetê têkildarî binpêkirinên li bajarê Til Rifetê diqewimin diyar kirin ku jiyana wan di metirsiyê de ye.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku navê 'Desteya Giştî ya Şoreşger' li xwe kirine, gef xwarin ku zilamên ji 18 heta 60 salî di nava 48 saetan de bajarê Til Rifetê biterikînin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên me yên li Til Rifatê ragihandine, ev biryar tê redkirin û piştre di navbera gel û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer diqewime.
Têkildarî rewşa diqewime, jinên li Til Rifatê ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, ji ajansa me re axivîn û wiha gotin, “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca diziyê ev biryar derxist holê da ku hemû kelûpelên ku dizîne li bajarê Ezazê bifİroşin û binpêkirinan li dijî jinan pêk bînin. Piştî vê biryarê hemû jinên li wir di metirsiyê de ne. Ji ber ku çarenûsa wan nediyar e.”
Jinan ragihandin ku çeteyên dagirker nahêlin koçberên Efrînê ji malên ku tê de asê mane, derkevin.