Li Til Koçer şer û pevçûnên dijwar
Li Til Koçer şer û pevçûnên dijwar
Li Til Koçer şer û pevçûnên dijwar
Piştî ku hêzên YPG'ê Deriyê Sînor ê Til Koçer ji komên çete derxist, şer û pevçûn li nava Til Koçer bi dijwarî dom dike. Hate ragihandin ku hêzên YPG’ê tangek çeteyan rûxandiye.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, piştî ku hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” de di saetên serê sibehê de li herêma Til Koçer 2 gund û Deriyê Sînor ê Til Koçer ji çeteyên DAIŞ’ê girtin, şer pevçûn dijwar bûn.
Hate diyarkirin ku pevçûn li nava bajar bi dijwarî didomin û heta niha tangek çeteyan hatiye rûxandin, gelek kuştî û birîndarên wan çêbûne. Pevçûnên ku derbarê encamên wan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin, dom dikin.