Li Tîkrît û Samarayê çeteyan sivîl qetil kirin
Hat ragihandin ku li bajarên Tîkrît û Samarayê yên Iraqê, di 2 êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 25 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku li bajarên Tîkrît û Samarayê yên Iraqê, di 2 êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 25 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Li Başûrê Tîkrît a li bakurê Iraqê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku, li Samarayê jî vê carê çeteyan bi ambulansekê teqînek pêk anîn û di encama teqînê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, heciyên Îranî yên serdana Samarayê kirine. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî bûyer şermezar kirin.