Li Tengava Stenbolê çalakiya ‘Ji Tecîrdê re na’
Rêxistina HDP’ê ya Stenbol, bi armaca balê bikişandina tecîrda li ser Ocalan li Tengava Stenbolê çalakiyek lidar xistin.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbol, bi armaca balê bikişandina tecîrda li ser Ocalan li Tengava Stenbolê çalakiyek lidar xistin.
Rêxitina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Stenbolê, ji bo balê bikişnin ser pêkanînên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln û mîtînga ku wê ji aliyê Hêzên Demokrat û Kedê ve li Qada Bakirkoy a Azadiyê bê lidarxistin, li Tengava Stenbolê çalakiyek lidar xistin.
HDP’yiyên ku li Îskeleya Karakoyê keştiyek kirê kirin, di keştiyê de pankartên bi nivîsa “Ji siyaseta demokratîk re azadî” û “Ji tecîrêd re na” vekirin. HDP’yiyan ji Karataş û Uskudarê welatî silavkirin, di nava keştiyê de tim dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Em ê faşîzmê rawestînin”, “Ji tecrîdê re na” û “Aştî niha” qîr kirin.
Piştî çalakiyê û şûnde Hevserokê HPP’ê Cengîz Çîçek daxuyaniyek da û gelê Stenbolê vexwend Mîtînga Aştiyê ya ku wê 10 Îlonê lidar bixin.