Li taxa Şêxmeqsûd 2 zarok wenda ne

Li taxa Şêxmeqsûd 2 zarok wenda ne

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê zarokên bi navê Wa'il û Mihemed Nûr Şobek, beriya 4 rojan bi armanca anîna nanê malê derketine û hîn nezîvirîne.

Li taxa Şêxmeqsûd bavê zarokên bi navê Mihemd Nûr Şobek ê 13 salî û Wa'il Şobek ê 11 salî diyar kir ku zarokên wî, ji mala xwe ya li taxa Şêxmeqsûd beriya 4 rojan derketine û nema şûnde zîvirîne.

Bavê zarokan da zanîn ku wan berê xwe dan asayişê û xeber dane wan. Herwiha bavê zarokan bang li kesên agahî li ser zarên wî hebin kir û xwest vê nemra telefonê bigerin; 0966988640.

Malbata Şobek ji taxên rojhilatî Helebê ne, ji ber pevçûnan li taxa Şêxmeqsûd bi cî bûne. Herwiha welatiyên li Şêxmeqsûd da zanîn ku ev cara yekê ye zarok li taxê wenda dibin.