Li taxa Kurdan Eşrefiyeyê 100 binçavî

Li taxa Kurdan Eşrefiyeyê 100 binçavî

Li Helebê hêzên rejîma Baas a Sûriyeyê dest bi kampanya binçavkirina welatiyên sivîl kir. Şahidên  bûyerê diyar kirin ku ji 100 kesî zêdetir hatin binçavkirin.

Şêniyên Taxa Eşrefiyê ku piraniya şîniyên wê kurdin diyar kirin ku hêzên rêjîma Bass ji 100 kesî zêdetir kirin binçavan û berê wan  dan devereke ne diyar. Şahidên bûyerê da zanîn ku piştî ku balafirên rejîma Baas taxa Elşrefiyeyê bombebaran kir û di encamê de ji 20 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn, dest bi binçavkirina welatiyên sivîl kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên rejîmê gelek ciwanên ku ji bo rizgarkirina kesên di bin bombebaranê de mabûn berê xwe dabûn cihê ku balafirên rêjîma Bass bombebaran kiribûn, hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Mihemed Îsmaîl Ehmed ê 17 salî , Necm Eldîn Mihemed û Nebî Sadiq Hesn ê 18 salî hatin naskirin.