Li taxa Gulyusu ciwanek mirî hat dîtin

Li taxa Gulyusu ciwanek mirî hat dîtin

Li taxa Gulsuyu ya Navçeya Maltepe ya Stenbolê ciwanê bi navê Yaşar Toplu bi çekê kuştî hat dîtin.

Li Taxa Gulsuyu ya Navçeya Maltepe ya Stenbolê ku her tim bi navê "Çeteya Gulsuyu" dikev rojevê serê sibê li parka taxê ciwanê 20 salî Yaşar Toplu bi çekê kuştî hat dîtin. Piştî welatiyên taxê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Di lekolînê de hat dîtin ku Toplu ji serê xwe ve hatiye kuştin. Piştî lêkolînê polîsan cenazeyê Toplu rakirin morga nexweşxaneyê. Xizmên Toplu diyar kirin ku dê demek şûnde Toplu biçûya leşkeriyê.