Li taxa Eşrefiyê hejmara miriyan gihişt 20'an

Li taxa Eşrefiyê hejmara miriyan gihişt 20'an

Li bajarê Sûriyeyê Helebê ciwanên Kurd cenazeyê Eyûb Subhî Arif ê 45 salî û hevsera wî Fatma Bekir Hebeş ji bin bermahiyên tobbarana balafirên rêjîma Bass ya li ser taxa Eşrefiyê, derxistin.

Ciwanên taxa Eleşrefiyê îro cernazeyê welatiyê bi navê Eyûb Subhî Arif ê 45 salî û hevsera wî Fatma Bekir ku ji gundê Moska ya Efrînê bûn, ji bin bermahiyên topbarana rêjîma Bass li ser taxa Eşrefiyê de derxistin.

Bi vî awayê hejmara kesên ku di encama topbarana balafirên rîjîma Bass de jiyana xwe ji dest dan derket 20'an. Cenazeyê Eyûb Subhî Arif hevsera wî Fatma Bekir rakirin gundê Mosak û dê li wir werin defin kirin.

Li taxa Eleşrefiyê ku piranî şîniyên wê Kurd in balafirên rêjîma Bass doh bombarduman kiribû û di encamê de nêzî 20 kesî jiyana xwe jidest dan û bi dehan kes jî birîndar bibûn.