Li Tarsûsê gel êrîşa hêzên dewletê şikand

Li Mersîn û navçeya Tarsûsê, gelê ku destek da berxwedana Kurdistanê rastî êrîşa polîsên Tirk hat. Girseya gel li dijî êrîşan li ber xwe da.

Berxwedana li hemberî operasyonên tinekirinê yên li bajarên Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê jî belav dibe.

Li taxên Yenîpazar, Şevket Sumer, Guneş, Çay-Çîlek û Ozgurluk ên navçeya Mersîn Akdenîzê gel daket kolanan û bi berxwedana xwe ya tevahiya şevê re Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboran silav kir. Di dema meşên li van deran de, polîsan bi maşînên zirxî êrîşî gel kirin. Gel jî dest bi parastina xwe kir û bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî êrîş kir.

Di şerê heta nîvê şevê dewam kir de polîsan car carna fîşekên rastî jî berdan gel.

Li navçeya Tarsûsê jî, gel tevahiya şevê li gelek taxan bend danîn û bi qîrîna dirûşme û tilîliyan nobed girt. Li taxên ku berxwedana li hemberî êrîşa polîsan dewam dike de, polîsên dewleta Tirk gule li malan reşandin. Gel heta ber destê sibehê li ber xwe da û piştî ku polîsan xwe vekişandin, derbasî nava malên xwe bû. Bendên li taxan hînê li şûna xwe ne.