Li Taksîmê 35 kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê 35 kes hatin binçavkirin
Li Taksîmê 35 kes hatin binçavkirin
Êrîşa polîsan a li dijî girseya dixwaze bimeşe Parka Gezî dewam dike. Hat hînbûn, di encama êrîşa bi ava şid û gaza îsotê de, tevî mîmarên Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re Mucella Yapici, Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Ender Îmrek û Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglû, Erkan Baş, Olgûn Yucel, Suleyman Solmaz, Beyza Metîn, Akîf Bûrak Atlar û Halûk Yuksel, 35 kes hatin binçavkirin.
Êrîşa polîsan a li girseya gel a dixwaze bimeşe Parka Gezî bi ava şid û gaza îsotê dewam dike. Hat hînbûn, di encama êrîşa bi ava şid û gaza îsotê de, tevî mîmarên Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re Mucella Yapici, Endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Ender Îmrek û Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglû, Erkan Baş, Olgûn Yucel, Suleyman Solmaz, Beyza Metîn, Akîf Bûrak Atlar û Halûk Yuksel, 35 kes hatin binçavkirin.
Piştî êrîşa polîsan girseya gel li Kolana Îstîklalê li hev kom bûn. TOMA, bi dehan polîsên taybet li vê derê jî bend danîn pêşiya gel. Polîsan li vê derê jî êrîşî gel kirin. Tê gotin di êrîşên li vê derê de polîs fîşekên plastîk bikartînin. Dorpêçî û berxwedana girseya gel a li dijî polîsan dewam dike.