Li Sydneyê cangoriyên Roboskê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Sydneyê dijîn cangoriyên komkujiya Roboskê bibîranîn.

Li bajarê Sydney yê Ewûstralyayê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskê, cangoriyên komkujiyê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Navenda Civaka Demeokratîk a Kurd (NCDK) ve hate lidarxistin û parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu jî bi rêya Skype beşdarî bîranînê bû.

ENCU: KÛJER HATIN XELATKIRIN

Ferhat Encu wiha got; “Yên fermana vê komkujiyê dan niha serkêşê dewletê ne ji ber wê yên komkujî pêk anîn kes nayê darizandin. Îro jî ev zorî û komkujî didome. Di nava malbatan de kesek nema ku doz lê nehatiye vekirin. Li beramberî vê malbatên Roboskê liber xwe dan; li benda edalet û aştiyê ne.”

Encû bi domdarî got; “Di nava 8 salan de li Sûr, Nisêbin û Cizîrê bi sedan mirovên me hatin kuştin û ev hişmendî hate xelat kirin; di asta herî jor a dewletê de wezîfe girtin.”

TAŞTAN: TÎMA ERDOGAN EV KOMKUJÎ KIR

Hevserokê NCDK’Ê Îsmet Taştan jî got kujerê Roboskê hêza girêdayî Erdogan e û wiha domand; “Em gelê Kurd em ê dev ji vê bernedin. Bi pêkanîna yekîtiya netewî em dikarin bersiva komkujiyên wiha bidin.”