Li Sydneyê bi konvoyê komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin
Komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 22 salan pêk hat, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi konvoyekê hate şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 22 salan pêk hat, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi konvoyekê hate şermezarkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev kom bûn û bi konvoyekê, komploya 15'ê Sibatê û tecrîd şermezar kirin.
Çalakî di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" pêk hat û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Di daxuyaniya hevserokên NCDK'ê de hate xwestin, ku tecrîd û dîlgirtina 22 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û hate gotin, "Birêz Ocalan mîmarê aştiyê ye. Ji bo aştiya mayinde ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan."
Piştre konvoya ji dehan wesayitî li navenda bajêr geriya û xwe gihand parlamenta eyaletê. Tûra çar saetan a konvoyê bi vegera li cihê berê bi dawî bû.