Li Sydney, Marsîlya û Toûloûsê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralya, li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
SYDNEY
Kurdistaniyên li bajarê Syndey ê Awûstralyayê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û serketina Kobanê silav kirin.
Kurdistanî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Sydneyê û Komîteya Piştgiriya Rojava ya Sydneyê li meydana Opera Hoûse li hev civiyan.
Bi navê komîteya amadekar Brûsk Aeîverî destpêkêa xivî û got, şoreşa Rojava û serketina Kobanê sembola azadiyê ya gelemperiya cîhanê ye.
Yek ji damezrînerên Partiya Keskan a Awûstralyayê Hall Greenland jî diyar kir, ku gelê Kurd li Rojava têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi biryardarî didomînin û sîstemeke wekhev li Rojava ava kirin. Greenland got, "Em îro li vê derê piştgiriyê didin têkoşîna wan a ji bo azadî, demokrasî, azadiya jinê û ekolojiyê. Divê Rojava ji bo me hemûyan bibe mînak."
Senatorê New Soûth Walesê Lee Rhîannon jî peyamek piştevaniyê ji çalakiyê re şand. Di peyama xwe de diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd a ji bo mirovahiyê.
Nivîskarê rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle jî destnîşankir, ku berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava semboleke azadiyê ye ji bo hemû gelên bindest û got, ev serketin berhemeke nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Nûnerê KNK'ê yê li Sydneyê Îsmet Taştan jî got, "Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê rakirin û destûr bê dayin ku malbat û parêzer wî bibînin. Em ji vê derê bang li gelê xwe dikin, ku li dora Ocalan li hev bicivin."
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li meydana Canebîerê li hev civiyan û heta meydana Vîeûx Portê meşiyan. Bi qasî hezar kes tevlî meşê bûn û sîstema Îmraliyê û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Em hemû PKK'yî ne", "Statu ji Kurdistanê re", "Azadî ji Ocalan re", "Bê Serok jiyan nabe", "Erdogan kujer e" qîriyan û belavok belav kirin.
Piştî meşê li meydana Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin û bi navê NCDK'ê axaftin hate kirin. Qiseker diya rkir ku tecrîd ne ya qebûlkirinê ye û bang li Kurdistaniyan kir ku dakevin qadan û li dora Ocalan bibin yek.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê li başûrê Fransayê jî bi heman armancê meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Meşa ku ji ber metroya Françoîs Verdîerê û heta meydana Capîtolê dewam kir, bi pêşnegiya NCDK a Toûloûse hate lidarxistin. Ji NCDK'ê Alî Qulan di mîtÎngê de axivî û bang li her kesî kir ku ji bo têkbirina polîtîkaya tecrîdê dakevin qadan.
Bi navê KCDK-E jî Osman Îbrahîm peyivî û got, "Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêbertî di serî de CPT em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin."
Di mîtîngê de belavokên ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê ve hatin amadekirin, hatin xwendin û belavkirin.