Li Swîsreyê rastgir li pêş in, Arslan ÎDGB piştgiriyê wê dike ket meclîsê

Li Swîsreyê hilbijartina Parlamentoya Federal û endamên Senato pêk hat. Li gor encamên hilbijartinan Partiya Gel a Swîsre ya wek partiya rastgir a radîkal tê zanîn li gor hilbijartinên 2011’an dengên xwe zêde kir.

Li Swîsreyê hilbijartina Parlamentoya Federal û endamên Senato pêk hat. Li gor encamên hilbijartinan Partiya Gel a Swîsre ya wek partiya rastgir a radîkal tê zanîn li gor hilbijartinên 2011’an dengên xwe zêde kir. Namzeta Keskan û BASTA ya Basel Sîbel Arslan a bi eslê xwe Kurd e ket meclîsê.

Hilbijartina endamên Senato û Parlamentoya Federal a li Swîsreyê ji çar salan carekê pêk tê, hate lidarxistin. Dengdan serê sibê saet 07.00’an destpê kir, saet 12.00’an bi dawî bû. Piraniya hilbijêran bê ku biçin ser sindoqan, dengê xwe bi dengdana elektronîk an jî bi nameyan bikar anîn. Welatê ku wek navenda demokrasiyê tê pênasikirin, tevlîbûna hilbijêran di bin ji sedî 50 derket û vê jî bal kişand.

Piştî saet 19.00’an encamên fermî yên hilbijartinan hatin aşkerakirin, Partiya Gel a Swîsre (SVP) û Partiya Demokrat a Azad (FDP) ku dijberî penaberan e, dengê xwe zêde kirine. Di nav partiyên ku Kurdistanî û hêzên demokrasiyê jî piştgiriyê didin wan, Partiya Sosyalîst, dengên xwe yên weke sala 2011’an parast, Keskan jî hejmarek zêde deng winda kirin.

SVP, rastgirê siyaseta Swîsrê ye, di hilbijartinan de ji sedî 32,5 deng girt û di rêza yekemîn de cih girt, piştî wê, SP ji sedî 22 deng girt û careke din bû partiya duyemîn. Her wiha FDP, rastgira navendî ye, ji sedî 17.5 deng girt û bû partiya sêyemîn.

ARSLAN A BI ESLÊ XWE KURD DI MECLÎSÊ DE CIH GIRT

Ji namzetên Basel a BASTA û Keskan ku di nav namzetên ku Yekîtiya Hêzên Demokratîk ên Swîsre û DEM-KURD jî piştgiriya wê dikin, Sîbel Arslan mafê ketina Meclîsa Federal bi dest xist. Her wiha, namzetê Cenevre SP Carlo Sommarûga ku bi têkîliyên xwe yên nêzî Kurdan tê nasîn û ji ber vê jî di hedefa komaleyên Tirk û Sefaretxaneya Tirk a Bern de bû, mafê ketina Meclîsa Federal stand.

Her wiha, di nav namzetên ku DEM-KURD piştgiriya wan dike de Namzetê Basel ê SP, Mustafa Atici yê  bi eslê xwe Kurd e, tevî ku dengên zêde 15.000 deng girt jî, neket Meclîsa Federal.

Di hilbijartina ji bo diyarkirina Meclîsa Federal a xwedî 200 kursî û endamên Senatoyê ya xwedî 46 kursî, wiha li partiyan parve dibe:

Partiya Gel a Swîsre (SVP): 65

Partiya Sosyalîst (SP) : 46

Partiya Demokrat a Azad: 35

Partiya Demokrat a Xiristiyan (CVP): 28

Kesk: 10

Partiya Bûrjûva ya Demokratîk (BDP): 8

Yên din: 9

SVP a di Hikûmeta Federal a niha de wezareta parastinê di destê wê de ye, piştî vê hilbijartinê wezareteke din jî bi dest xist.

Endamên nû yên Hikûmeta Federal wê di meha Kanûnê de diyar bibin. Di vê diyarkirinê de asta dengan û tifaqên stratejîk ên partiyan ên bi hev re rolek girîng dilîze.

Swîsre zêdetirî 50 sal e bi hikûmetên koalîsyonê tê rêvebirin.