Li Swîsreyê protestoyên komkujiya Enqereyê dewam dikin
Ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyaan xwe ji dest dane, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyaan xwe ji dest dane, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, konê serxweşiyê hat vedan.
Ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyaan xwe ji dest dane, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê, konê serxweşiyê hat vedan. Li binê kon kampanya îmzeyan hat destpêkirin, ji bo hikûmeta Swîsreyê têkiliya xwe ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re bibire.
Ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê li ber Dêra St. Jakop a Zurîchê konê serxweşiyê veda. Di roja 7. a vê çalakiyê de mîtîngek hat lidarxistin. Endamên yekîtiyê, der barê komkujiya li Enqereyê de belavokên bi serenavê "Dîsa gola xwînê, li Enqereyê" li Swîsreyiyan belav kirin. Li binê konê serxweşiyê, ku pankarta bi nivîsa "Terora bajêr a li Tirkiyeyê bisekinîne" hat daliqandin, mirovên hatin serdanê li lênûsa bîranînê hestên xwe der barê komkujiyan de nivîsandin.
KAMPANYA ÎMZEYAN HAT DESTPÊKIRIN
Endamên yekîtiyê bal kişandin ser komkujiya li Enqereyê û ji bo têkiliya di navbera hikûmeta Swîsreyê û dewleta Tirk de bê qutkirin, kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Bi vê kampanyayê re tê xwestin, ku 10 hezar îmze werin berhevkirin. Îmzeyên tên berhevkirin, tevî daxwaznameya ji bo qutkirina têkiliyên navbera dewletên Swîsre û Tirkiyeyê, wê radestî Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê û Serokê Federal ê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter were kirin. Hat ragihandin ku kampanya îmzeyan wê heta 1'ê Mijdarê dewam bike.
BOSONET: EM Ê KOMKUJIYÊ BIŞOPÎNIN
Parlameterê Partiay Karkeran a Swîsreyê (PdAS) Sîro Morcel Bosonet konê serxweşiyê ziyaret kir û sersaxî xwest. Bosonet ragihand ku komkujiya li Enqereyê li hemberî aştî û demokrasiyê hatiye kirin û got, "Berpirsyarê komkujiya li Enqereyê, hikûmeta Tirk e". Bosonet ragihand ku divê diyaloga dewleta Swîsreyê bi ya Tirkiyeyê re were qutkirin û got, "Em ê komkujiya li Enqereyê bişopînin.
Piştî Bosonet Partiya Komunîst a Yewnan (YKP) komkujiya li Enqereyê şermezar kir û xwest, berpirsyarên rastî yê komkujiyê werin aşkerakirin.
Girseya gel a li ber konê serxweşiyê civiya, piştî mîtîngê belav bû.