Li Swîsreyê peykerê Erdogan hate şewitandin
Li Swîsreyê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peykerekî Serokkomarê Tirk Erdogan hate şewitandin.
Li Swîsreyê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peykerekî Serokkomarê Tirk Erdogan hate şewitandin.
Li Swîsreyê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peykerekî Serokkomarê Tirk Erdogan hate şewitandin. Gelek dezgeh û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî piştgirî dan aktivîteyê. Cih bi cih di navbera polîsan û komên otonom de pevçûn derketin.
Li gelek bajarên Swîsreyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di pêşengtiya gelek sendîkayên Swîsreyî, partiyên siyasî yên çepgir û sosyalîst û rêxistinên cuda de tevî barana dijwar jî meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Di aktivîteyê de Hêzên Demokratîk a Swîsreyê, dezgeh û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî bi awayekî girseyî piştgirî kirin.
AGIR BERDA PEYKERÊ ERDOGAN
Li Swîsreyê wekî her salê yek jî pîrozbahiya herî bi heybet a 1’ê Gulanê li Zurîhê hate lidarxisin. Nêzî deh hezar kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de cih bi cih di navbera polîs û komên otonom de pevçûn derketin. Di pîrozbahiyê de peykerê Serokkomarê Tirk Erdogan şewitandin. Di rêya ku meşvan tê re derbas bibin de 2 çalakvanên jin çûn ser rawestgeha Lîmmatqûayê û benzîn li peykerê Erdogan kirin, şewitandin. Çalakiya jinên çalakvan ji aliyê meşvanan ve rastî eleqeyekî mezin hatin û dirûşmên mîna “Qatil Erdogan” qîr kirin.
Piştî meşê li Qada Sechselaûtenplatz mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de Parlamentera Federal a Partiya Sosyalîst Marrea Meyer axivî û qala giringiya 1’ê Gulanê kir. Meyer hewldanên polîtîkayên dijî Kedê yên Swîsreyê jî rexne kir.
Di axaftinên piştî Meyer de piranî behsa rewşa koçberan û polîtîkayên li hember koçberan, mafê karker û kedkaran û mercên xebitînê hatin kirin.
ÛCA: DIVÊ GEL BIBIN YEK
Mêvanê îsal yê Komîteya 1’ê Gulanê yên dezgeh û saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyiyan Parlamentera HDP’ê Feleknaz Ûca bû. Uca di mîtîngê de axivî û behsa şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin kir. Ûca destnîşan kir ku Erdogan piştgiriya ku ji hêzên navneteweyî digire, li pêş çavê cîhanê jî pê ve gelê Kurd di qetlîaman re derbas dike. Ûca bazirganiya welatên Ewropa ya bi Tirkiyeyê re jî rexne kir, da xuyakirin ku ji bo wekhevî û azadî jiyan hebe divê şerte yekgirtina gelan ava bibe.
Piştî axaftina bi wesîleya hefteya 1’ê Gulanê li gelek deverên Zurîhê wê stad bên vekirin û her kes berê xwe bidin wan standan.
Li aliyê din di pevçûnên tevahiya rojê yên di navbera polîs û komên otonom de ziyanekî mezin gihişt derdorê.