Bi hezaran kesên li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Elmanya daketin qadan peyama Efrîn ne bi tenê ye.
STOCKHOLM
Paytext Stockholm a Swêdê ji roja yekem a êrîşên li ser Efrînê ve li kolanan in, îro jî bi Kurdistaniyên êrîş şermezar kirin çalakiyeke girseyî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên di saet 13:00’an de li Parka Hûmlegarden kom bûn pankartên “Efrîn ne bi tenê ye” û “Qetlîamên Tirkiye ya li Kurdistanê bidin rawestandin” vekirin û li gel postêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD, YPG/YPJ û alên PKK’ê bilind kirin û dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşê de qetlîamên dewleta Tirk a li Efrînê hatin şermezartkirin û dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê”, “Destê xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişin”, “Kujer Erdogan, di rû Pûtîn” û “YPG/YPJ gel e, gel li vir e” qîr kirin.
Li Qada Sergel mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de li ser navê Yekîtiya Suryanên Ewropa Metîn Rhawî, Seroka Konseya Aşiyê ya Swîsre Agneta Narberg her wiha dîsa li ser navê KNK, Meclîsa Jinên Kurd a Amara û NCKD a Swîsre axaftin hatin kirin.
LI SÊ NAVENDÊN DANÎMARKAYÊ ÇALAKÎ
Li Danîmarkayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa çalakî hatin lidarxistin.
KOMENHAG
Bi hezaran kes dibin rêveberîya Meclîsa Jinan a Sêvê de li paytexta Kopenhagê li hev kombûn. Bi diruşmên “Her cih Efrîne, her cih berxwedan e” meşiyan û mîtîngek lidar xist.
Zelxe Tîtrek ya ku di Mîtîngê de axivî, got: “ Di kesayeta Avesta Xabur de berxwedana jinê silav dikim.”
Piştre jî Lînda Hansen li ser navê Partiya Yekîtîya Kesk Sor û Zer axivî, got wekî partî em ê bibin şopdarê pêşnûmepirsa me radestê Wezareta Karê Derve kirî.
Hansan her wiha diyar kir ku piştgiriyê dide berxwedana Kurdan ya li Efrînê.
Di çalekiyê de belavok hatin belav kirin û bi diruşmên “Bijî Serok Apo” bi dawibû.
ODENSE/HORSENS
Li bajarên Odense û Horsens yên Danîmarkayê, meşek bi tevilbûna bi sedan kesan bi diruşmên “ Her cih Efrîne, her cih berxwedan e” hat kirin.
Di peyamên her du çalakiyan de hatin kirin berxwedana Efrînê hate silavkirin, hevkariya dewletên navneteweyî jî hatin şermezarkirin.