Li Swêdê xwepêşandanên li dijî AKP'ê dewam dikin

Li bajarên Gavle û Soderhamn ên herêma Dalarna ya Swêdê, bi sedan kes daketin kolanan û êrîşên AKP'ê şermezar kirin.

Li dû çalakiyên nava hefteyê yên li bajarên Stockholm, Borlange, Falûn, Orebro û Ûppsala, polîtîkayên şer ên AKP û dewleta Tirk li herêma Dalarna li bajarên Gavle û Sodernhamê ji aliyê bi sedan kesan ve bi xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

Girseya gel pankartên bi nivîsên "Dawî li qetilkirina sivîlan bînin", "Kujerê pitikan Erdogan", "NATO pêşî li Tirkiyeyê bigire", alên KCK, PKK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û dirûşmên "Piştgiriya ji bo Kurdistanê", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin" û "Terorîst Erdogan" qîriya.

Xwepêşandan li ser banga Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd ve hatin lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di axaftina li çalakiyan de qedexeya derketina derve ya dewleta Tirk li Kurdistanê xistiye meriyetê û kiryarên rewşa awarte şermezar kirin. Nûeran bang li Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê kirin, ku li hemberî pêkanînên kujerî yên AKP'ê, helwestê nîşan bidin.

Xwepêşandana li Gavle saet di 14:00 de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd destpê kir. Kurdistanî li navenda bajêr meşiyan û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Bi belavokên li vir hatin belavkirin re der barê rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de raya giştî ya Swêdê hat agahdarkirin.

Çalakiya li Sodernhamnê jî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin û Partiya Çep a Swêdê destek dayê. Li ser navê navendê Dilbirîn Ridvan peyivî û destnîşan kir ku ku ew ê ti carî li ber polîtîkayên qirkirinê yê dewleta Tirk serî netewînin. Ridvan got, "Em bawerin ku têkoşîna 30 salan a gelê Kurd wAê bi xweseriya demokratîk a Kurdistanê û azadiya Rêberê me bi encam bibe."

...