Li Swêdê rewşenbîr û hunermendan ji bo HDP'ê bang kirin

Komek ji rewşenbîran, ku nivîskar û hunermendên navdar ên Swêdê jî di nav de hene, girtin û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê protesto kirin û xwestin HDP'yiyên rehîn hatine girtin werin berdan.

Ev banga rewşenbîran li rojnameya Expressen a Swêdê bi sernavê "Erdogan lîderên Kurd ên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin berde" hate weşandin.

Di metna bangewaziyê de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û hat gotin, "Rewşa li Tirkiyeyê ku namzeta endametiya Yekîtiya Ewropayê ye, hilweşîner û dijminatiya li mirovahiyê ye. Tevî vê yekê jî, ji bo pêşî li hatina 3 mîlyon penaberên Sûriyeyî were girtin, Ewropa binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tê.

Lê belê di van rojên tirsnak de nabe em ji berpirsyariya xwe birevin. Divê em rexneyên nerm ên li dijî Erdogan biterikînin û bi zimanekî vekirî pê re baxivin.

Divê Erdogaln derhal lîderên Kurd serbest berde. Em dizanin ku ew dikare vê bike. Ji ber ku yê ku fermana girtina hemû Kurdên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin da, ew bi xwe ye."

Li binê vê bangê îmzeyên rojnamevan-nivîskar Jan Gûîlloû, muzîsyen-şanoger Lîsa Nîlsson, şanoger Sven Wollter, nivîskar Jonas Gardell, hunermend Channa Bankîer, şanoger Tomas Balme û nivîskar Kurdo Baksî jî hene.