Ji hêla Kurdistanî û Tirkiyeyî ve ji mêj ve dihate zanîn ku AKP bi rêya melayan xebatên sîxûriyê dike. Lê piştî ku dengê tomarkirî yên zext, şantaj û gefa sîxûrkirinê û deqkirinê ya UETD’yê di Radyoya Dewletê ya Swêd de, di Servîsa Nûçeyan a Ekot de belav bû ji hêla raya giştî ve hat ezanîn.
4 mezintirîn rojnameyên mezin ên Swêdê Dagens Nyheter, li ser xebatên sîxûriyê yên AKP’ê yên ku li mizgeftan dike, agahiyên ku bi dest xistin bi raya giştî re par ve kirin.
MELA WEKE MÎLÎTAN Û SÎXÛRÊN AKP’Ê DIXEBITIN
Li Stockholm, Goteborg û Malmo ê Swêdê girêdayî Weqfa Diyanetê hene. Melayên ku li mizgeftan peywirdar in û meaşê xwe ji dewletê distînin, weke milîtan û sîxûrên AKP’ê dixebitin.
Mela li mizgeftan weazên nîjatperest û şowenî didin, her wiha kesên ku têne mizgeftê bi rengekî sîstematîk wan deq dikin û agahiyan didine Hikûmeta AKP’ê. Peywireke dî ya melayan jî ew e ku destekê bidine çalakiyên alîgirên AKP-MHP’ê. Hin mela di weazan de ji cemaetê re dibêjin tevlî çalakiyên dijî muxalîfên rejîmê bibin.
Mela van hemû xebatan bi Weqfa Diyanetê ya bi muşawiriya Fatîh Mehmet Karaca dikin, ku weqf di bin banê konsolosxaneyê de xebatan dike.
JI BER KU REXNE LI ERDOGAN ANÎ GEFA MIRINÊ LE XWAR
Tirkiyeyî 1972’an komeleya mizgeftê li Malmo ava kiribûn. Piştî hewldana darbeyê muhasebevanê komeleyê Bîlal Karabûdak ji ber ku rexne li Erdogan û hikûmeta AKP’ê anî gefa mirinê lê xwarin.
PEREYÊN KU JI GEL TÊNE BERHEVKIRIN DIŞÎNINI DIYANETÊ
Yek ji sedema dî ya ku Karabûdak kirin hedefê ew e ku nerazîbûnê li dijî wê nîşan da ku li dijî nelirêtiyên komeleyê û pereyên ku ji cemeatê têne berhevkirin dişînin diyanetê. Karabûdak dibêje her În pereyên ku ji mizgeftê têne komkirin, li banqeyê nayê razandin û bi hinceta ku deyn têne razandin ji dest didine hinan.