Li Swêdê kurd ji bo Rojava daketin qadan
Li Swêdê kurd ji bo Rojava daketin qadan
Li Swêdê kurd ji bo Rojava daketin qadan
Kurdên li bajarên Stockholm, Goteborg, Malmo, Gavle û Orebro ya Swêdê dijînji bo piştevaniya bi gelê Rova re daketin qadan.
Di çalakiyên de nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên kurd axivîn û diyarkirin ku divê ev şerê dijwar yê li Suriyê demildest raweste. Hate diyarkirin ku êrêşên çeteyên ku ji aliyê komara Tirkiyeyê ve piştgiriyê dibînin, protesto dikin û gotin ew ligel gelê Rojava ne.
Xwepêşendan bi dirûşmeyên ‘Bijî şoreşa Rojava’, ‘PYD gele, gel em in’, ‘artêşa tirk ji Kurdistanê derkeve’, ‘Bijî PKK, Bijî PYD, Şehdîd Namirin’ hatin qîrîn.
Li Stokcholmê li Qada Medborgarplatsen çalak pêk hat û di çalakiyê de nûnerê PYD’ê yê Swdê Ronî Hayo axivî û got dewleta Tirk ji qezencên dewleta tirk ketiye nava tirsê û êrîşên xwe li Serikaniyê zêde kirine. Hayo got ku lê ciwanên kurd yên bi navê YPG’ê de xwe bi rêxistin dikin bersiveke baş dane çeteyan û wendahiyên wan gelek zêde ne. Hayo diyar kir ku gelê Rojava qezencên xwe bi dest nexe dê berxwedana xwe bidomîne û bang li hemû parêzvanên mafê mirovan kirin ku bi gelê rojava re bikin nava piştevaniyê.
Li ser navê PJAK’ê Josef Soltanî da zanîn ku şerê kul i Suriyeyê di navbera du hêzên paşverû yek rejîma Suriyeyê û ye jî Artêşa Azad ya Suriyeyê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê xwe bi rêve dibe, zirarek mezin daye ûbi heta niha bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest daye. Soltanî wiha got: “Em helwesta Kurdên Rojava ya ku li hemberî du hêzan serbixwe polîtîkayê dişopîne rast dibînin. Ji ber piştgiriya ji bo gelê mey ê Rova peywir û berpirsyariya herî mezine.” Li ser navê Chak Azad Heyderî û hunermend Kemal Gogu jî axivî û diyar kirin ku ew êrişên li Serêkaniyê şermezar dikin.
Li bajarê Malmo jî siyasetmedarê kurd Welat Bagok axivî û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku bi hevkariya Heyva Sor piştgiriyê bidin gelê Rojava. Bagok balkişand ser qetilkirina 3 jinên kurd û gotbila Fransa demildest komkujiê ronî bike.
Her wiha ji rêveberiya komeleyê Serzad Azîz, ji YNK Murad Bahtiyar, ji partiya Çep Claudîa Velasquez, li ser navê partiya gel Gulîstan Atak jî axaftin kirin û êrîşên li Serêkaniyê protestokirin.
Li Govle jî bi pêşengiya PYD’ê çalakiyek pêk hat û ji aliyê PYD’ê ve daxuyanî hat xwendin.di daxuyaniyê de polîtîkayên înkar û îmhayê yên Tirkiyeyê hat şermezar kirin û got gelê kurd bi tu awayî qebûl nake.
Li bajarê Orebro jî bi armanca piştgiriya ji bo gelê Rojava meşek pêk hat.