Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Parlamentoya Swêdê çalakiyek hate lidarxistin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stockholmê û Saziya Jinên Kurd a Amarayê li qada pêşiya Parlamentoya Swêde kon hate vedan. Li qadê ji bo protestokirina tecrîdê qefesek hate danîn. Li ser qefesê jî nivîsa ‘Free Ocalan’ bi nepoxan ve hate girêdan. Li pêşiya qefesê jî mûm hatin pêxistin û dovîzên li ser nivîsên daxwaza berdana Ocalan hatin bicihkirin.

Li konê wêneyê rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan ku DYA’yê weke hedef nîşan dabû û pankarta nivîsa ‘Destê xwe yê qirêji ji gelê Kurd dûr bixin’ hate daliqandin.

Çalakgeran êlegên wêneyên Ocalan ku nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser bûn li xwe kirin û ji bo agahdarkirina kesên derdor belavokên têkildarî tecrîdê belav kirin.

Li qadê sirûdên Kurdî û Îngîlîzî hatin berzkirin û çalakgeran tecrîda giran a li dijî Ocalan şermezar kirin. Li aliyê din çalakgeran daxuyaniya çapemeniyê dan û wiha hate gotin;

“Bi mîlyonan Kurd daxwaza azadiya Ocalan dikin. Berdana Ocalan û girtiyên din ên siyasî pêngaveke neçarî ya ji bo aştiyê ye. Tecrîda giran a li dijî Ocalan sedema şer e. Erdogan ji bo çareseriyekî aştiyane asteng bike tişta ji destê wî tê dike. Em li Kurdistanê aşitî û çareseriya demokratîk dixwazin. Pêşniyara xweseriya demokratîk a Ocalan li welatekî demokratîk bingehê çareseriyê ye.”