Li Swêdê coşa HDP’ê didome

Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê di roja duyemîn a dengdayîna li Stockholmê de her kes berê xwe didin konê HDP’ê.

Bi sedan kes li pêşiya kon kom dibin û bi stran û sirûdên bi Kurdî û Tirkî govendê digerînin.

Gelek siyasetmedar, nivîskar û ronakbîrên ji Swêd û Tirkiyeyê jî tên serdana kon û piştgiriyê didin HDP’ê.

Parlementerên Partiya Çep Danîel Rîazat û Amîneh Kakabaveh hatin serdana konê HDP’ê û serkeftin ji HDP’ê re xwestin.

Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew kêfxweş in ku li Stockholmê gelek kes dengê xwe didin HDP’ê. Kakabaveh diyar kir ku ji bo ku demokrasî were Tirkiyeyê û aştî pêk were temînata vî tiştî HDP ye û got, “Erdogan bi hezaran kesên mûxalîf avêt girtîgehan û niha jî ji bo Demîrtaş dibêje kesên girtî nikaribin bibin namzetê serokkomariyê. Ev tişt bi tu awayî nayê qebûlkirin û ez vê meseleyê têxim rojeva Parlementoya Swêdê.”

Komek Suryanên ku 250 kîlometreyan dûrî Stockholmê li bajarê Lînkopîngê dijîn jî çûn ser sindoqan û diyar kirin ku wan dengê xwe dane HDP’ê.

Nivîskarê Suryan Fehmî Bergallo diyar kir, ji ber ku HDP mafê Suryan û gelên kêmneteweyan diparêze, ew piştgiriyê didin HDP’ê û bi saya HDP’ê Suryan li parlementoyê tên temsîlkirin.

Fîkrî Aktaş ê Suryan jî got ku “Ji bo aştî were Tirkiyeyê, ez 250 kîlometreyan hatim û min dengê xwe da HDP’ê.”

Li ser navê Komîteya Hilbijartinê ya HDP’ê Nûrten Akdag diyar kir ku rêjeya dengdayînê kêm e û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku bila werin dengê xwe bidin.

Ew ê dengdan heta saet 21.00’an bidome.