Li Swêdê çalakiyên protestoyî: Rêber Apo bû hêviya gelên bindest

Li bajarê Kalstad ê Swêdê, komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya gelên bindest e, lewma bû hedefa emperyalîstan.

Li bajarê Kalstad ê Swêdê, komploya 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviya gelên bindest e, lewma bû hedefa emperyalîstan.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Memed Bazidî li qada çalakiyê axivî û got, "Serok Apo ji ber ku li pêşiya emperyalîst û nokeran asteng bû, bi konsepteke hevpar radestî dewleta Tirk hate kirin."

'RÊBER APO RIZGARIYA MEZIN NÎŞAN DA'

Qisekeran diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurdistanê bûn yek wicûd û bersiva pêwîst da komplogeran.

Her wiha diyar kirin ku Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û gelan bû hêviya rizgariyê ya mezin û hate gotin, "Şoreşa li Rojava bû hêviya gelên bindest."