Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Swêdê çalakiyên ji bo berxwedana xwerêveberiyê û HDP'ê

Di çalakiyên li gelemperiya Swêdê de destek ji HDP'ê re hat dayîn û xwedî li berxwedana xwerêveberiyê hat derketin.

Li bajarên Sandvîken; Hûdîksvall û Soderhamn ên herêma Dalarna ya Swêdê, Kurdistaiyan ji bo destekkirina Nisêbîn û HDP'ê, çalakî lidarx istin. Rêxistina Herema Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat jî daxuyaniyek da çapemeniyê û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezar kir.

SANDVÎKEN

Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariya Sandvîken li hev civiyan, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

Endamê Meclîsa Şaredariyê Îhsan Batte de barê çalakiyê de daxuyanî da û daxwazên Kurdan ragihand. Çalakgeran her wiha dosyayek li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê ku fîlmê bi navê "Cizîr ji vedibêje" hebû, radestî rêveberên şaredariyê kirin. Piştî ku rêveberên şaredariyê dan xuyakirin, ku ew ê bi mijarê re eleqedar bibin, çalakî bi dawî bû.

SODERHAMN

Li bajarê Soderhamnê jî di dawiya vê hefteyê de bi armanca xwedîderketina li HDP û berxwedana xwerêveberiyê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku gelek Swêdî jî lê amade bûn, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye û DAIŞ heman tişt in" û "Piştgiriyê bidin Kurdistanê" hatin qîrîn. Kurdistaniyan her wiha ji hikûmeta Swêdê xwestin, helwesteke zelal li hemberî dewleta Tirk nîşan bide.

HÛDÎKSVALL

Kurdistaniyên li navenda bajarê Hûdîskvallê li hev civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bîne" ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin û dirûşma "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn.

Kurdistaniyên xwe gihandin ber avahiya şaredariyê, piştî ku bi endamên meclîsa şaredariyê re hevdîtineke kurt kirin, dosyayek li ser êrîşên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, radestî rayedarên şaredariyê kirin û çalakiya xwe qedandin.

SOSYAL DEMOKRAT ÊN LI DALARNAYÊ DESTEK DAN HDP'Ê

Rêxistina Herêma Dalarna ya Partiya Karker a Sosyal Demokratan jî daxuyaniyek da çapemeniyê û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezar kir. Di daxuyaniya ku di medya herêmî ya Dalarna de hat weşandin Krîtîna Svensson diyar kir, rêxistina wan a partiyê radigihîne, ev biryara parlamentê Kurdan û HDP'ê hedef digire. Lennart Sohlberg jî destnîşan kir, ku rakirirna destnedana parlamenterên HDP'ê êrîşek li hemberî Kurdan û mafên Kurdan e. Ombûdsmana Yekemîn a Herêma Dalarna ya partiyê Evîn Çetîn jî ragihand, ew HDP'ê weke hêzeke xurt a demokratîk a nirxên pêşverû temsîl dike, dibînin.

...