Li Swêdê bi hezaran kesî got: Dawî li dagirkeriyê bînin
Li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Goteborgê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Li paytexta Swêd Stockholmê û li bajarê Goteborgê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Li Swêdê nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didome. Kurdistanî û dostên wan ku li Stockholmê her roj dadikevin qadan doh jî çalakî kirin. Li bajarê Goteborgê jî sê çalakiyên cuda hebûn.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê li meydana Norra Bantorgetê mîtîngek pêk hat.
Seroka Yekîtiya Jinan a Sosyal Demokrat a Stockholmê Lena Josefsson diyar kir ku dagirkerî li dijî peymanên navneteweyî ye û şermezar kir.
Joseffson diyar kir ku ew bi gelê Kurd re ne û xwest dagirkeriya leşkerên dewleta Tirk tavilê ya li Rojava tavilê biqede.
Alîkara berê ya Şaredara Stockholmê û Seroka Sol-Kurd Ann-Margareth Livh got, "Jinên Kurd piştî ku dinya ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin dinyayê ji bo wan li çepikan xistin. Niha êrîş li wan tê kirin. Dinya tenê dibêje 'em xemgîn in'. Li pêşiya Erdogan nabin asteng. Ev yek ji bo tevahiya dinyayê rewşeke skandale."
GOTEBORG
Li bajarê Goteborgê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku leşkerên Tirk tevî çeteyên xwe Rojava biterikînin.