Li Swêd Femen DAIŞ şermezar kir
Li Swêd Femen DAIŞ şermezar kir
Li Swêd Femen DAIŞ şermezar kir
Li Swêd dijî çeteyên DAIŞ çalakiyên şermezarkirinê yên berfireh didomin. Herî dawî sê jinên endamên Femen li bajarê Goteborg bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ xwepêşandanek li dar xistin.
Meşa jinan a li bajarê Goteborg ku cilên li ser xwe derxistin, çalakiyek li navenda bajêr pêk anîn. Zêdetirî hezar kesî tevlî çalakiya wan bûn. Jinên li ser bedena xwe dirûşmayên şermezarkirina DAIŞ nivîsandin, dovîz û wêneyên komkujiyên çeteyên DAIŞ nîşan didin hildan.
Jinan rayedarên Swêdî ji ber pêşî li tevlîbûnên nav DAIŞ nagirin rexne kirin û bang li ciwanan kirin da ku ji bo şermezarkirina nêzîkatiyên Swêd YPG’ê bibin.
Ji jinên tevlî xwepêşandanê bûn Jenny Wenhammar, di daxuyaniya ji Rojnameya Expressen re kir de wiha got: “Nivîsên li ser me tiştên DAIŞ kirine nîşan dide.”