Li Sûriyeyê êrîşa hewayî: Herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa hewayî ya li hember wîlayeta Îdlib a Sûriyeyê ku tê gotin wargeha penaberan e, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ji Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londrayê ye, di bomberdûmana li hember bajarê Sarmada ya 30 kîlometreyan dikeve li rojavayê Helebê, herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Televîzyona BBC jî got ku bomberdûman li ser qada penaberan hatiye kirin û ev ji aliyê balafirên Rûsya an jî rejîma Sûriyeyê pêk hatiye.

Tê ragihandin ku di êrîşê de jin û zarokan jî jiyana xwe ji dest dane.

Piştî êrîşê, ji Qesra Spî daxuyanî hat dayîn û êrîş hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de nuqteyek din a balkêş ew bû ku avakirina ‘herêmek ewle’ ya dewleta Tirk her tim ji bo Sûriyeyê tîne ziman jî wek ‘bêmefer’ hate destnîşankirin.

Tevî agirbesta 27’ê Sibatê hat îlankirin jî şerên mabeyna hêzên rejîmê û komên bi piştgiriya Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê li Heleb û derdora wê dewam dikirin. Ev komên ku El Nûsra jî tê de ye, êrîşên xwe yên li ser jiyangehên Kurdan didomînin.

Ji bo ji duh ve li Helebê jî derbasdar be, di pêkanîna agirbestê de Rûsya û DYA’yê li hev kiribûn.