Li Sûriyeyê bi rastî DYA û Rûsya çi dixwazin?!

Li Sûriyeyê bi rastî DYA û Rûsya çi dixwazin?!

Min di analîza xwe ya çend roj berê de li ser lîstik û planên li ser Rojavaya Kurdistan kiri bû. Niha hinek din jî xuya bû ku, ev plan bi tenê bi hêzên heremê ve negirêdayî ye û têkiliyê wan bi pir alîne.

Berî niha jî min diyar kiri bû êdî di wateya şoreşê de li Sûriyeyê têkoşînek nayê meşandin. Ger qala şoreşa gelan bê kirin, ev jî li Rojavaya Kurdistan pêk tê.

Hêzên niha xwe wek Artêşa Azad binav dikin, him ji rewşa artêşbûnê him jî ji rewşa azadbûnê dûr ketine. Siyaseta dewleta Sûriyeyê jî di vir de rolek mezin lîst. Bi taybet hişt ev grûban bikevin cihê berhem û alavên dewletê lê hene û bi vî rengî rêya talanê vekir. Ev jî hişt him van hêzên bê kontrol bi temamî jê rê derkevin.

Ev demekî ev grûb li Sûriyeyê cih neman talan bikin vê carê berê xwe dane cihê aram û berhem Rojavaya Kurdistanê.  Niha armanca van hêzan ne rejîma Sûriyeyê û şoreşê, bi temamî bûye talan, revandina kesan, kuştinên dij mirovî.

Niha ev rastiya li Sûriyeyê tê jiyan kirin ev e. Ku duh li ser rêya Efrîn û Helebê hate diyar kirin 700 Kurd ji aliyê  Tugaya El-Tewhîd hatine revandin. Ev komên çekdar bi rejîma Sûriyeyê şer nakin.  

Dibe bê zanîn wê hîmê Rojhilata Navîn çawa be, dê encamê rewşa Sûriyeyê vê bide diyar kirin. Ji ber vê jî hemû hêzên dixwazin li ser Rojhilata Navîn bibandor bibin, dixwazî yê herêmî, dixwazî yê navdewletî niha di lîstîkê de cihê xwe girtine.

Lê serkêşa vê lîstikê du dewletên yê siyaseta Cîhanê diyar dikine. DYA û Rûsya. Ev demeke li ser Sûriyekî çawa di nava têkoşînekî de ye. Ev têkoşîn bes bi Sûriyeyê tenê ve girêdayî ba, dê heta niha li hevdû bikirana. Lê ji ber bi rewşa giştî ya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye, li hevdû kirin zehmet dibe.

Niha li vir ev pirs derdikeve holê, Gelo Amerika û Rûsya çi dixwazin?

Berî çend roja Senatoya Amerîka ya komîteya karê derve biryar da ku, him çek bide hêzên çekdar û him jî wan perwerde bike. Lê niha gelek hêzên çekdar li Sûriyeyê hene û piraniya wana jî, armanca wan ne ketina rejîma Sûriyeyê ye. Gelo dê Amerîka alîkariya kîjan hêzan bike? Wiha xuya ye heta hêzek wek Cephet El Nesra hebe, çi alîkariya ji aliyê Amerîka were, dê têkeve bin xizmeta vê hêzê.

John Kerry serdana Rûsya kir û ji bo civînekî li Cenewre bê kirin û dewleta Sûriyeyê û opozîsyona Sûriyeyê bînin cem hevdû biryar dan. Lê xuyaye ku di vê li hevkirinê de cihê Kurdan tuneye.

Li gora çavkaniyekî cihê bawer Senatorê Senatoya DYA yê Komarî John McCain duh li ser Kilîsê derbasî bajaroka Ezazê ya dibin destê komên çekdar bûye û bi wan komên çekdar re hevdîtinekî pêkaniye. Xuya ye DYA derveyî Cebhet El Nesra li hêzekî digere alîkariya wê bike.

Ya herî balkêş di vê demê de nêzîkatiyê Rûsya bû. Mirov dikare bêje di qada navnetewî de yê heta niha di siyaseta Sûriyeyê de bi serketiye Rûsya ye. Piştî teknolojiya fûzê S-300 bi temamî li Sûriyeyê hate nû kirin û fuzeyê nû da Sûriyeyê, duh nûçeyek hate belav kirin ku û hate diyarkirin ku Rûsya êdî füzeyên S-300 nade Sûriyeyê. Ev jî bi taybet ji aliyê hinek kesan wek pêşketinek hate binav kirin. Ev biryar êdî bê wateye.

Dîsan ev demeke Rûsya bi rêya Îran alîkariya xwe ya ji Sûriyeyê zêde dike û herî dawî dewleta Îran biryar da ku 4 milyar dolar alîkariya Sûriyeyê bike.  Mirov ketina hêzên Hîzbûllaha Lubnan dikare di vê çerçova binirxîne.

Ya ku xuya dike, her çend di roja despêkê de DYA li ser çûyina Beşar Esad siyaset dikir jî, lê heta niha li ser çawatiya zelalî di siyaseta wê tineye.  Hikumetekî demî ji aliyê dostên Sûriyeyê hatibe avakirin  jî, lê hêj rejîma Esad bi temamî rewabûna xwe ne li Sûriyê ne jî li cîhanê winda nekiriye.

Beşdar kirina herdû aliyên Ereb yê Opozisyon û dewleta Sûriyeyê li civîna duyemîn ya Cenewre tê wateya ku hêj rewabûna rejima Esad tê pejirandin. Niha nîqaşên li ser civîna Cenewrê de du aliyê Ereb hene. Dewleta Sûriyê xwe wek Dewleta Sûriyê ya Ereb binav dike. Opozîsyona Sûriyeyê jî heta niha ji nasnama xwe ya Ereb derneketiye. jiber wê jî her dû aliyê jî nikarin temsîla hemû Sûriyeyê bikin. Heta Kurd, Aşûr, Durzî, Ermen, Çerkez hwd. cihê xwe di civînê de negirin rewatiya civînê û serkefitna wê tuneye.

Her çend hinek partiyên marjînal yên ji xwe re dibêjin Kurd di nav Opozîsyona Sûriyeyê hebin jî, hebûna wan li Rojavayê Kurdistanê tuneye û ev hêzane nikarin nûnertiya Kurdan bikin.

Ger bi çend gotinan temam bikin:

Ne DYA , ne jî Rûsya li ser sibêroja Sûriyeyê (di heman demê de tê wateya sibêroja Rojhilata Navîn) lê hev nekirine. Her dû hêz jî li ser mayîna Esad heta hilbijartinên 2014’an lihev kirine, lê piştî hilbijartinan (ku dê pêkbên pêkneyên nediyare) dê rewşek çawa derkeve  di siyaseta her dû dewletan jî şêlobûnek heye.

Opozisyona Sûriyeyê her çend ji aliyên hinek dewletan tê pejirandin û hikumetek demî hatibe avakirin jî, niha li ser xaka Sûriyeyê hebûna van opozisyona tuneye. Jiber wê jî, ger çareseriyekî siyasî nebe, serkeftinek bi şer di nêzîk de nexuya ye.

Ger DYA ev komên çete bi çek bike, dê rewşek çawa derkeve dibe li encamê Talîban û El- Qaîde û Efxanîstanê binêre.

Civîna Cenewre bê Desteya Bilind ya Kurd û nûnerên Aşûr, Durzî, Tirkmen hwd. opozîsyona Sûriyeyê ya Ereban beşdar bibe  û bi rejîma Esad re lihev hatinek bikin jî, ti encamek li gel xwe nayîne. Opozîsyona Sûriyeyê niha di dema xwe ya herî lewaz de ye.

Dibe him DYA û him Rûsya hêza  Kurdan ya demokratîk ya li Sûriyeyê bibîne, ger bi rastî dixwazin guhertinên demokratîk çêbikin herî zêde bi Kurdan re di nava hevkariyê de bin.