Li Sûltanbeyliyê polîsan êrîşî çalakiya Nisêbînê kirin
Li Sûltanbeyliyê polîsan êrîşî çalakiya “Deng bide Nisêbînê” kirin. Di êrîşan de 2 kes hatin binçavkirin.
Li Sûltanbeyliyê polîsan êrîşî çalakiya “Deng bide Nisêbînê” kirin. Di êrîşan de 2 kes hatin binçavkirin.
Polîsan êrîşî çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a “Deng bide Nisêbînê” ya ku bi armanca balkişandina ser qedexeya kolanan, qetlîam û hilweşandinê li Nisêbînê wê li pêşiya avahiya HDP’ê ya li navçeya Sûltanbeyliyê bihata lidarxistin kirin.
Polîsên hêza çewîk ên ku hatin pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê, rê nedan ku daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. Li ser belavbûna girseyê polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîş kirin.
Di êrîşê de rêveberê HDP’ê yê navçeya Sûltanbeyliyê Ahmet Narîn û 2 kesên din hatin binçavkirin.