Li Stûttgartê xebatên hilbijartinê yên HDP'yiyan dewam dikin

Li bajarê Stûttgartê, HDP'yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de komîte ava kirin. Her wiha biryar hat girtin ku heta roja hilbijartinê li navenda bajêr kon were vedan.

Li bajarê Stûttgartê, HDP'yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de komîte ava kirin. Her wiha biryar hat girtin ku heta roja hilbijartinê li navenda bajêr kon were vedan.

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Stûttgartê dijîn, ji bo di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê, komîteyên hilbijartinê ava dikin.

KOMÎTEYÊN HILBIJARTINÊ YÊN HERÊMÎ

Di serî de navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên ser bi NAV-DEM'ê, pêkhateyên Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê beriya du hefteyan li bajêr dest bi xebatên hilbijartinê kiribûn û komîteyeke hilbijartinê ava kiribûn. Di çarçoveya vê xebatê de komîsyon û komîteyên herêmî yên Dêrsim, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Erzîrom, Çewlik û Depiyan hat avakirin.

LI SCHLOSS PLATZÊ KON TÊ VEDAN

Komîteyê biryar da ku ji bo agahdarkirina raya giştî, heta roja hilbijartinê her roj saet di navbera 14:00 û 18:00 de li Schloss Platzê konê xizmetê vede.

Endamên komîteyê dan xuyakirin ku hilbijêrên HDP'yî ji hilbijartinên Serokkomariyê bêhtir eleqeyê nîşanî van hilbijartinan didin û destnîşan kirin ku ew ê xebatên xwe bi dirûşmên "Ev hînê destpêke" bimeşînin.

Endamên komîteyê ragihandin ku divê her Kurdistanî ji bo hilbijartinê bixebitin û diyar kirin ku gelê li Stûttgart û derdora wê dijîn dikarin bi rêya vê xeta telefonê agahiyan bigirin : 01624903727