Li Stûttgartê çalakiya 'Xwedî li Rêberê xwe derkeve'

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, di çarçoveya kampanya 'Xwedî li Rêberê xwe derkeve' de çalakiya bi vedana kon destpê kir, bi meşekê bi dawî bû.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, di çarçoveya kampanya 'Xwedî li Rêberê xwe derkeve' de çalakiya bi vedana kon destpê kir, bi meşekê bi dawî bû.

Bi pêşengiya Ciwanên Azad, bi qasî 500 ciwan ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî çalakiyê bûn. Meşa ku ciwanên Elman Antîfa, MLKP û Partîzan jî destek dan, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di meşê de posterên Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ' û pankartên bi nivîsa "Em Komploya 9'ê Cotmehê ya Navneteweyî û tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin", "Em DAIŞ a ku li Kurdistan, Enqere û Parîsê komkujî kir şermezar dikin", "Bijî Berxwedana Farqînê", "Bimire faşîzma AKP-Erdogan" hatin hilgirtin.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" heta Marktplatzê meşiya. Li ser navê Ciwanên Azad Rojhat Mêrdîn li vir daxuyanî da. Mêrdîn bibîr xist ku nêzî 7 meh in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û got, "Zilma li Îmraliyê li Rêber Apo tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em erîşên li Farqînê şermezar dikin û berxwedana gel a li wir silav dikin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...